Lyrics

Min dit ew çîyayên bê deng Bi dengê te bi hewar e Çar hêlê xwe vexist agir Lê ew ne intîxar e Qêrînên te bê hempa bû Hişbûnên te jî wisa Li gel bayê xerbî Tu xortekî kal î Qêrînên te bê hempa bû Hişbûnên te jî wisa Li gel bayê xerbî Tu xortekî kal î Lê mirin bi te şa nabe Tu mayî ji sibeha Lê mirin bi te şa nabe Tu mayî ji sibeha Ji evînê tu qut nebûbûyî Û ji tevahiya jînê Pey te payîz xalî bû Te hêz daye evînê Ji evînê tu qut nebûbûyî Û tevahiya jînê Pey te payîz xalî bû Te hêz daye evînê Min dit çiya lalek bû Tu jê re buyî hawar Bi dengê te şînbû hêvî Rengîntir bûye bihar Qêrînên te ew zindî bû Hişyar bû ji xewa giran Bûye teyrek firî bû Venişt li bilindahiya Qêrînên te ew zindî bû Hişyar bû ji xewa giran Bûye teyrek firî bû Venişt li bilindahiya Nexşeya evînê xem e Şopê wê ma li payiza Nexşeya evînê xem e Şopê wê ma li payiza Pel diweşînin loma Mizgîn dide ji bihara Pel diweşînin loma Mizgîn dide ji bihara Dara hesretê ye dinya, keko Bêyî xema stewre ew Erdnigariya şahiya wenda ye hêjî Tê gotin, bi ber ava çemekî ketiye Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye Li deverek biyanî, lê ne gelekî dûr Dibe ku bi qasî mijangên xwe nêzîk Lê ew dîsa jî wenda ye Ew li wir ketiye Li ku lal bûbe çivîkek Li ku giriyabe zarokek Li ku êşiyabe birînek Xatirxwestinên bê wext para kê be Qêrînên herî delal yê wan e, keko
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out