Lyrics

Sozekî bide, dilê bê hal bila pê şabe Bila zivistana xayin li min bihar be Tu zanibe, li vê dinyayê bê te qet nabe Bila çîyayê bilind ji me ra şahid bin Ez dititrsim tu vî dilê bê hal bişkênî Çemê evîna dilê min bisekinînî Dile bilbil bi gulê rastî nexeyîdînî Gul û sosinê bihara min neçilmisîne Dar û zêviye dilê bê hal tevda şîn bûye Zivistan çû, teyr û bilbil tev azad bûne Bihar hatiye, gul û nêrgiz tevde vebûne Kaniyê dilê evîna min ji nav de derbûne Ez dititrsim tu vî dilê bê hal bişkênî Çemê dilê evîna min bisekinînî Dile bilbil bi te ra rastî nexeyîdînî Gul û nêrgizê bihara min neçilmisîne Ez dititrsim tu vî dilê bê hal bişkênî Çemê dilê evîna min bisekinînî Dile bilbil bi gulê rastî nexeyîdînî Gul û sosinê bihara min neçilmisîne
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out