Lyrics

Ka dê disan kengî Xew hête çavêt min De bînim Wê dîlbera naza şirîn? Bi kirî û bêdengî Despêken xewnêt min Li va şewêt Zivistanî u diltezîn? Ka dê disan kengî Hête ser lêvêt min Ew kenî ew girnijîn? Da bes bît diltengî Bi hejmêrît xemêt min Ew perî, ew xemrevîn Min divêt bi keme hewar Bêjim min divêt ew Bê wê salekim bê Bûhar Nêçirvanekim bê kew Min divêt bi keme gazî Bê wê perekim bê hêl Deryayekim ya bê masî Ya bê derav û gemî û pêl Ka dê disan kengî Xew hête çavêt min De bînim Wê dîlbera naza şirîn? Bi kirî û bêdengî Despêken xewnêt min Li va şewêt Zivistanî u diltezîn? Ka dê disan kengî Hête ser lêvêt min Ew kenî ew girnijîn? Da bes bît diltengî Bi hejmêrît xemêt min Ew perî, ew xemrevîn Min divêt bêjim yarê Hindî heme yê teme Bê te êvara buharê Xezane, derd û xeme Min divêt bêjim canê Ji keniya te qerîbim Kengî digel dengê baranê Dê kezya te vehînim?
Writer(s): Weran Music Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out