Lyrics

Amed bi ser Dîcle de girîya bi herdu çavane Got liminê çi şermeke mezin û girane Li başurê welêt xelkê me bûye perîşane Digerîne li warekî ku lê bibin mêvane Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane Li şûna biran ser dest bûye maz û bane Mêvan rast kirine çadir û konan e Li dorhêlan leşker bi tufing û surguyane Li minê lê li minê lê li min li min Derenge derenge ro razayî nîvê şevê Ji binê koneki qirîna zînê tê ye Zina neh salî ji birînan xew neyê Dayikê ban kir Zînê ciwanî yê ez bi gori, te kezeba min kewand keçê lori lori lori Zinê got Lê dayê Zîn bi heyranê qirîn şerme dizanim lê birînêm xedarin Agir û janên bedena min Rebena xwedê helandin Li minê lê li minê le le min le min Li dora çadirê civîyabun komeke jin û peyanî Mirevên serbelind, situxwar li vir dimane Qîrîna Zînê agir berda bû cigera van Nema bû xewa çavan ne şahîya dilan Pirekê ban kir; Xwedê ey xwedê li jînê li kovan bike qetrane Zarokê me kirin mirî û birîndarên bombane Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e Em ji welêt surgun bune koçerên cîhane Kaleki bankir; Hûnê şîreta me bidine keç û xortane Li minê lê, li minê lê, li minê lê lê, li minê lê Ax li mino li mino lo lo ahh Hunê şireta min bidine keç û xortane Bese xapandina salan Bira edi fêr bebin dersane Biratîya bêbexta hemi pêken û talane Li cîhanê kesek nabe hevalin bindestane Jibona xaterê Zîna neh salî Ku nuha de kê sikrane Jibona xaterê zer u esmerê me kurdane Ku îroj berê xwe da ne çolu kerbelane Bila hişyarbin de bila hişyarbin Têkevin rêçika azadîya Kurdistan e Li minê lê li minê lê li minê Lê li minê lê Berbange, berbange rojeki Îlona heyştê û heyşta ne Cenaze Zîna celenk radikine gorane Şuna reş xwe berdaye ser konê mihacirane Kecekî neh salîn xwe gihandiye refen cangoran Êre, Zînê jibo xatirê gelê welatê xwe buye qûrbane Dayika Zînê bankir: Hûnê dawîyê bidene hestrane Hûnê xwedîkin zaroken le ber şirê dayîkan e De bila bixebitin ji bu Azadîya kurd û Kurdistan a De bila bixebitin ji bu Azadîya kurd û Kurdistan a Li minê nasılsın lê li minê lê li minê lê Li min li min li min
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out